Nêçîrvan Barzanî derheqê êrîşa ku li Hewlêrê hat kirin de peyamek belav kir

Nêçîrvan Barzanî derheqê êrîşa ku li Hewlêrê hat kirin de peyamek belav kir

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê derheqê êrîşa bi mûşek a ku doh êvarî li Hewlêrê hat kirin de destnîşan kir, ew gelek bi dijwarî wê êrîşa mûşekî şermezar dikin.

“Spas ji bo Xwedayê mezin ku çu ziyanên canî nebûn”

Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew gelek bi dijwarî wê êrîşa mûşekî şermezar dikîn ku derengiya şeva bihûrî bi awayekî tirsinokane û hovane bêyî tu hêcetek xelk, aramî û tenahiya Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, armanc kir û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Spas ji bo Xwedayê mezin ku çu ziyanên canî nebûn. Em xwe bi hevsozê welatiyên xweşdivî yên Hewlêrê dizanin ku wan di nav dilgiranî û nerehetiyê da demek dijwar bi rê kir. Ji bona berengarbûna qeb, gef û metirsiyan biratî, yekrêzî û karê pêkveyî ji hemû alî û pêkhateyên Kurdistanê tê xwestin. Bi armancgirtina Hewlêrê bi wî awayî û dûbarebûna wan êrîşan pêşhateke tirsinak û binpêkirina biloq ya aramî, tenahî û serweriya Iraqê ye û ji bilî alozkirina rewşê û ziyan gihandina bi niha û paşeroja temama Iraqê, tu encamên din nabe. Em daxwazê ji hikûmeta federal ya Iraqê û civaka navdewletî dikîn ku bi ciddî li ser van destdirêjiyan rawestin û hemû hewlan bidin da ku êdî rê nehête dayîn bêrêzî bi serwerî û tenahiya welat, asayîş û aramiya welatiyan bê kirin”(ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler