Nêçîrvan Barzanî: Destpêşxeriya Serok Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê girîng e

Nêçîrvan Barzanî: Destpêşxeriya Serok Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê girîng e

Serokê Herêma Kurdistanê bangewaziya Mesûd Barzanî ya ji bo civîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bilind nirxand û got, “Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalogê di navbera aliyên siyasî de dê destpêkek baş be.”

Lı gorî xebera ku li ser malpera fermî ya PDKê hat belavkirin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 11ê Gulana 2023an piştî beşdariya merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî li Barzanê ji medyayê re axivî. Nêçîrvan Barzanî bangewaziya Barzanî wek “girîng” bi nav kir ku daxwaz ji aliyên siyasî kir ku berî 18ê Gulanê bicivin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî anî ziman, “We bihîst, peyama Serok Barzanî peyama aştîxwazî, hevpejirandin û bi hev re rûniştin bû, hêvîdar im ev jî destpêkeke baş be ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser maseya danûstandinan bi rêya diyalogê. Bi raya min ew peyama herî girîng bû ku îro li Herêma Kurdistanê hate dayîn.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Barzanî di destpêşxeriya xwe de, “Diyar e û bang li hemû aliyan dike ku bi hev re rûnin, bi baweriya min dê destpêkeke baş be ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyaloga di navbera aliyên siyasî de. Ya girîng ew e ku aliyên siyasî bicivin, li her cihê ku bicivin em jî piştevaniyê dikin. Banga îro ya Serok Barzanî ew bû ku di demeke kurt de bicivin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.