Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Almanyayê li ser hewlên avakirina hikûmetê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Almanyayê li ser hewlên avakirina hikûmetê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Almanyayê Martin Jaeger li ser hewlên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Almanyayê yê li Bexdayê Martin Jaeger û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de dawî pêşhatên siyasî yên Iraqê, hewlên ji bo vegerandina proseya siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya rêveberiya Berlînê kir ji bo piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de û dirêjkirina erkê hêzên Almanya li wir. Her wiha hêviya serkeftinê ji bo konsulê nû yê Hewlêrê Klaus Streicher di erkê xwe de xwest.

Her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê kirin û berdewamiya piştevaniya civaka navdewletî û welatên dost ji Iraq û Herêma Kurdistanê re û pêkanîna hikûmeteke li Iraqê ku bikaribe bersiva daxwazên welatiyan bide, dan.

Di hevdîtinê de ku rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî hat nirxandin, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û pêşhatên dawî yên navçeyê jî hatin nirxandin.

Dengê Xana Axpar

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.