
Nêzîkî 1.9 milyon Sûrîyeyî vegeriyan welatê xwe
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku hejmara Sûrîyeyîyên ku vegeriyane nav welat, ku bi hilweşandina rejîma Beşar Esed li Sûrîyê di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de dest pê kir, gihîştiye nêzîkî 1.9 milyonî.
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di raporek nû de li ser pêşketinên li Sûriyeyê got ku nebûna derfetên aborî û xizmetguzariyên bingehîn ji bo Sûriyeyiyên ku vedigerin welatê xwe dijwartirîn pirsgirêk e, û got ku "ji bo ku Sûriye xwe ji nû ve ava bike, piştgiriya navneteweyî bi awayekî krîtîk pêwîst e."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelek kes li Sûriyeyê nikarin bi ewlehî bigihîjin elektrîk, ava paqij û tenduristiyê, û nebûna belgeyên fermî jî rê li ber vegeran digire ku bigihîjin xizmetên bingehîn an jî li xanî û erdê bigerin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku 1.87 milyon Sûriyeyiyên bêçare yên ku di hundir an derveyî welat de wekî penaber dijiyan vegeriyane.
Hat destnîşankirin ku debara jiyanê li Sûriyeyê nebaş e û ji nû ve avakirina stargehan hêdî hêdî pêşve diçe.
Li gorî daneyên IOMê, ji Çileya 2024an vir ve zêdetirî 1.3 milyon kesên ku ji hundirê welat koçber bûne vegeriyane malên xwe li Sûriyeyê, di heman demê de hejmara penaberên Sûriyeyê yên ji derve vegeriyane gihîştiye 730,000î. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.