Nêzîkî 40 hezar zarokan li Xezzeyê yek an jî herdu dê û bavên xwe winda kirine

Nêzîkî 40 hezar zarokan li Xezzeyê yek an jî herdu dê û bavên xwe winda kirine

Êrîşên bênavber ên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê bûne sedema wê ku bi deh hezaran zarok bê dê û bav bimînin. Hinekan dê û bavên xwe winda kirine, hinekan tenê êşê bi bîr tînin. Sazî hewl didin bi çavkaniyên sînorkirî birînan derman bikin.

Xezzeyê yek ji mezintirîn krîzên sêwîyan ên dîroka nûjen dijî. Êrîşên hovane yên rejîma sîyonîst, ku di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kirin û hêna jî berdewam dikin, jiyana bi deh hezaran zarokan tarî kirîye.

Li gorî Desteya Navendî ya Îstatîstîkê ya Filistînê, zarok bi qasî ji sedî 43ê nifûsa Filistînê pêk tînin. Ev nîşan dide ku zarok bedela herî zêde ya êrîşan didin.

Li Xezzeyê herî kêm 39,384 zarok dê û bavê xwe an jî herdu jî winda kirine. Ji van hejmaran, nêzîkî 17 hezar zarok bi temamî bêbav man.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, 36,569 zarokan dêûbavê xwe, 1,918 zarokan jî hem dayik û hem jî bavê xwe winda kirin.

Gelek zarok di malên wêranbûyî an jî di konên demkî de micadeleya jîyanê didin. Ji piştgiriya civakî, alîkariya psîkolojîk û pêdiviyên bingehîn bêpar, ev zarok neçar in ku di nav trawmayek giran de mezin bibin.

Li gel vê wêneyê tarî, saziyên li Xezzeyê hewl didin ku bi çavkaniyên sînorkirî tiştên mezin bi dest bixin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.