Nimet Kılıç a ku piştî 13 rojan cenazeyê wê hatibû dîtin bi hêsiran de hate veşartin
Li navçeya me Çinarê, cenazeyê Nimet Kılıç a diya du zarokan ku 13 roj bûn xeber jê nedihat girtin û di tenişta çem de hatibû dîtin, piştî karûbarên otopsiyê di nav rondikan (hêsiran) de hate veşartin.
Li navçeya me Çinarê, Nimet Kılıç (45) a diya 2 zarokan ku ji 21’ê Rêbendanê ve piştî ji mala xwe derketibû xeber jê nedihat girtin, di encama lêgerînan de bi dûrbûna 2,5 kîlometreyî ji gund, di tenişta çem de mirî hate dîtin.
Cenazeyê ku biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê, piştî lêkolîna dozger, ji bo tespîtkirina sedema teqez a mirinê, ji bo otopsiyê sewqî Saziya Tiba Adlî ya Amedê hate kirin.
Piştî karûbarên li Saziya Tiba Adlî ya Amedê, cenazeyê Nimet Kılıç ji aliyê xizmên wê ve hate wergirtin û ji bo veşartinê birin gundê Qubacixê.
Cenazeyê Kılıç; ji aliyê malbat, xizm, şêniyên gund û gelek welatiyan ve di nav rondikan (hêsiran) de hate veşartin.
Hate diyarkirin ku malbat dê sersaxiyan li Amedê, di Mala Sersaxiyê ya Mizgefta Odabaşı Balê de qebûl bike.

Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.