NY: Dibe ku di nav 48 seatan de li Xezzeyê 14 hezar pitik bimrin

NY: Dibe ku di nav 48 seatan de li Xezzeyê 14 hezar pitik bimrin

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Mesulê Karên Însanî yê Neteweyên Yekbûyî Tom Fletcher, got ku heger ji Xezzeyê re alîkarîyên însanî di wext de neyên şandin dibe ku 14 hezar pitil bimrin.

Mesulê alîkarîya însanî ya NY Tom Fletcher, got ku roja duşemê pênc qamyonên alîkarîyê -di nav de mamayên pitikan jî hene- ketin nav Xezzeyê û ev jî “di nav okyanûsê de dilopekî av e”

Fletcher, destnîşan kir ku alîkarîya însanî hêna jî ji civakên mihtac re negihaştîye.

Fletcher ji BBC Radio 4an re axivî û got, “Heger em neghêjin van pitikan dibe ku di nav 48 seatan de 14 hezar pitik bimrin… Ji ber ku dê nikarin şîr bidin zarokên xwe, ew di bin rîskekî ciddî de ne. Dema ku em ji wan re mamaya pitikan digihînin jî bi gelek telûkeyan re rûbirû dimînin.”

Rayedarê NYyê, vê daxuyanîya xwe piştî daxuyanîyên Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Kanadayê Mark Carneyê ku roja duşemê “îxlalên giran” ên li Xezzeyê şermezar kiribûn û dûre jî îfade kirin ku divê ji bo rakirina astengîyên li ser alîkarîyan gavên hevpar dibe ku bêne avêtin parve kir. Her sê serok jî, astengkirina alîkarîyan a ji teref rejima îşxalker ve û hinek wezîrên hikûmeta Netenyahu ku daxuyanîyên koçkirina Filistînîyan diparastin bi tundî şermezar kirin.

Fletcher, daxuyanîya sê welatan jî wek “îfadeyên biqewet” nirxand û zêdebûna zexta navneteweyî jî bi kêfxweşî pêşkêşî kirîye. Hat îfadekirin ku NY xeyn ji vana armanc dike ku ji Xezzeyê re 100 qamyonên dinê jî alîkarî bişîne, û di nav van alîkarîyan de jî mamaya pitikan û xwarin wê hebin.

Fletcher, ku îfade kir, “Ez dixwazim ku di nav 48 seatên pêşîya me de ji wan 14 hezar zarokan hejmarekî zêde xelas bikim.” Dûre îfade kir ku ew van hejmaran bi xêra ekîbên li nexweşxane, dibistan û navendên tenduristîyê bidestxistine. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.