NY ji bo Xezzeyê hişyarî da: Li Xezzeyê ciheke ewle nîne
Dîrektora Giştî ya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya Neteweyên Yekbûyî Amy Pope diyar kir ku ev demeke dirêj e alîkariyên mirovî negihiştine Xezzeyê û li wir tu cîheke ewle nîne.
Dîrektora Giştî ya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya Neteweyên Yekbûyî Amy Pope derheqê Xezzeya ku di bin êrîş û dorpêça rejîma îşxalê de ye daxuyanî belavkir.
Pope diyarkir ku ev zêdeyî meheke alikarîyên însanî nakevin Xezzeyê û got, “Bi sed hezaran kes dîsa ji cihê xwe hatin kirin. Li Xezzeyê tu cîh ne ewle ye.”
Pope diyarkir ji bo rizgarkirina jiyanên li Xezzeyê banga çalakîya acîl kir û wiha dewam kir, “Agirbestê dîsa pêk bînin. Bihêlin ku alîkarî têkeve. Sivîlan biparêzin.”
Îşxalkerên sîyonîst piştî agirbesta ku di 19ê Çileyê de li Şerîda Xezzeyê ketibû rewacê di 18ê Adarê de dîsa bi şîddet êrîşên xwe dan destpêkirin.
Piştî destpêka êrîşan bêhtirên wan zarok, îxtîyar û pîrek 1449 kes hat qetlkirin, 3 hezar û 647 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.