NY: Krîza mirovî li Sûdanê zêde dibe
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Sûdanê 21.2 milyon kes ji ber şerê nêzîkî sê salan ê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de bi birçîbûneke giran re rû bi rû ne.
NY, diyar kir ku nêzîkî sê salan şer 21.2 milyon mirov bi birçîbûneke giran re rû bi rû mane û got, "Li du herêman birçîbûn hatiye piştrastkirin. Lêbelê, li deverên ku şer kêm bûye, Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya NY berfirehtir bûye û birçîbûn kêm kirîye."
Li Sûdanê, ji 15ê Nîsana 2023an vir ve di navbera artêşê û rêxistina nehikûmî ya bi piştgiriya biyanî de pevçûnên tund diqewimin.
Faşîr, bajarê herî mezin ê herêma Darfûrê li rojavayê welat, piştî şerên dijwar bi piranî ket bin kontrola HDKê.
Li bajarê ku sîvîl ji pevçûnan direviyan, HDK sivîlan bi zorê ji wir derxist û gelek mirovên bêçek kuştin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.