NY: Li Sûriyeyê 750 hezar kes vegerîyan malên xwe

NY: Li Sûriyeyê 750 hezar kes vegerîyan malên xwe

Rêxistina Koçberîya Navneteweyî ya NYyê daxuyand ku, li Sûriyeyê ji Mijdara 2024 vir ve 750 hezar kesên ku di nava welat ji cihên xwe hatibûn kirin vegerîyan malên xwe.

Di rapora Rêxistina Koçberîya Navneteweyî ya NYyê hat daxuyandin ku, “li Sûriyeyê ji Mijdara 2024 vir ve 750 hezar kesên ku di nava welat ji cihên xwe hatibûn kirin vegerîyan malên xwe. Lê di nava welata ku hê nû ji şereke 14 salan derketiye 7 mîlyon kes hê jî venegerîyane cihên xwe.”

Di raporê de hat ragihandin ku ji Çileya 2024an û vir ve 571 hezar û 388 kes ji derve vegeriyane Sûriyeyê û hejmara koçberên Sûriyeyê yên piştî Mijdara 2024an vegeriyane Sûriyeyê jî 259 hezar û 745 e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.