NY: Li Xezzeyê tenê 1760 kes di rêya alîkarîyê de hatin kuştin

NY: Li Xezzeyê tenê 1760 kes di rêya alîkarîyê de hatin kuştin

Ofîsa Mafên Însanan a NY, daxuyand ku ji dawîya meha Gulanê vir ve li Xezzeyê herî kêm 1760 kes dema ku alîkarîyan digerîyan hatine qetilkirin, ev jî li gorî reqemên ku di meha Tebaxê de hatine parvekirin, tê dîtin ku çend sed kes zêde bûne.

Ofîsa NYyê ya ku li axên Filistînê ye, di daxuyanîya xwe de weha got, “Me ji 27ê Gulanê heta 13ê Tebaxê ve, qeyd kirîye ku herî kêm 1760 Filisînî dema ku ji xwe re alîkarîyan digerîyan hatine kuştin. Ji van jî 994 kesên wan li derdorê GHF (Weqfa Însanî ya Xezzeyê), 766 kes jî li ser rêyên konvoyên alîkarîyê hatine kuştin. Piranîya van kuştinan ji teref artêşa îsraîlê ve hatîye kirin.”

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ya li Xezzeyê ve hatîye belavkirin de, hat îfadekirin ku di êrîşên îşxalkerên sîyonîstan de, di nav 24 seatên dawîn de 51 şehîd û 831 birîndar ji nexweşxaneyên li Xezzeyê re hatine anîtin.

Artêşa îşxalê agirbesta ku di 19ê Çileyê de hatibû îmzekirin di 18ê Adarê de xera kiribû, ji wê demê heta niha di êrîşên ku hatine kirin de 10 hezar û 251 kes şehîd bûne, 42 hezar û 865 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.