NY: Ne mimkin e ku em li Xezzeyê qala xizmetên tenduristîyê bikin
Ropartora Taybet a Mafê Tenduristîyê ya Neteweyên Yekbûyî Tlaleng Mofokeng, destnîşan kir ku ne mimkin e ku li Xezzeyê qala xizmetên tenduristîyê bikin, îfade kir ku herêmên di bin êrîşê de ne ji vê rewşê jî xerabtir in.
Ropartora Taybet a Mafê Tendurisîyê yê Neteweyên Yekbûyî Tlaleng Mofokeng ku ji bona beşdarî Rûniştina 59emîn a Konseya Mafên Însan ê NYyê bibe li Cenevreya Swêdê bû, derheqê rewşa Xezzeya ku di bin dorpêç û êrîşekî mezin de ye de daxuyanî da û weha got, “Ne mimkin e ku em li Xezzeyê qala xizmetên tenduristîyê bikin. Hem tesîsên tenduristîyê hem jî ûnsûrên tenduristîyê ji roja ewil vir ve dûçarê êrîşê dibin. Rewş ber bi xerabûnê ve diçe. Êdî rewş bûye wisa ku însanên li vê derê ji birçîna dimrin û sîvîlên ku diçin alîkarîyê bistînin dibin hedef û têne kuştin. Êdî em bi rewşekî ku alîkarîyên însanî têne astengkirin, nayê hiştin ku sazîyên NYyê li axên îşxalkirî ya Filistînê alîkarîyan belav bike re rûbirû ne.”
Mofokeng, van tiştên ku têne jîyandin wek şîddeta emperyalîst a kedxwar wesifand û berdewam kir, “Ji ber vê yekê divê em qebûl bikin ku qirkirina îro ber bi felaketê ve diçe. Ev ne ku tiştekî dûr e. Ev tişt ne tiştekî normal e lê wisa tê nîşandan.”
Herî dawîn Mofokeng weha got, “Bi sedan însan têne kuştin. Ev bêdengîya kûrewî ya civakê ne dîplomasîye. Tu demekî wek demekî ewakî nehatîye dîtin ku civak bi qîrînekî mezin di nav bêdengîyê de be. Me dît ku keştîya alîkarîyê ya bi navê Madleenê jî dûçarê êrîşê bû, lê digel vêya jî dîsa bêdengî berdewam kir. Ev ne tiştekî normal e. Tu tiştekî derheqê wan de ne normal e. Ev tişt hat asayîkirin. Wek tiştekî ku divê em qebûl bikin hatîye nîşandan. Encax divê em bêgunehîya (îsraîlê) red bikin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.