NY: Xela li Xezzeyê kûrtur dibe, noqteyên alîkarîyê ne ewle ne
Neteweyên Yekbûyî (NY), daxuyand ku xelaya li Xezzeyê roj bi roj kûrtur dibe, rêyên ku ji bo derbasbûna alîkarîyên cîheke ewle têne nîşandan, ne ewle ne.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY Farhan Haq, daxuyand ku êrîşên asîmanî yên li dijî herêmên jîyanî ya li Xezzeyê malbatan tune dike, di nav sîvîlên ku dixwazin xwe bighêjînin xwarin û lazimatîyên bingeh de gelek mirî û birîndar hene.
Haq, diyar kir ku li Xezzeyê xela kurtir dibe, ekîbên NY jî her firsedê dinirxînin û ji bona ku alîkarî belav bibe di nav xebat û micadeleyê de ne.
Haq, destnîşan kir ku ekîbên wan li cîhên ku rejima îşxalker dibêje ev der cîhên ewlene xebatan dikin lê li wê derê hem ekîbên NYyê hem jî sîvîl bi talûkeyan re rûbirû dimînin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.