NY: Zêdetirî 282.000 xanî li Xezzeyê wêran bûne an jî zirar dîtine

NY: Zêdetirî 282.000 xanî li Xezzeyê wêran bûne an jî zirar dîtine

UNRWA ragihand ku di êrîşa du salan a rejîma îşxalker de, bi nêzîkbûna zivistanê bi deh hezaran malbat li Şerîda Xezzeyê neçar mane ku di konan de bijîn.

Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî yên Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku piraniya xanîyên li Xezzeyê di êrîşên du salan ên rejîma işxalker de an wêran bûne an jî zirareke mezin dîtine.

Di daxuyaniyekê de li ser hesabê medyaya civakî yê UNRWAyê, hat gotin ku li gorî daneyên Global Shelter Cluster, ku hewldanek hevbeş e ji hêla Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor (IFRC) ve tê meşandin, zêdetirî 282.000 xanî wêran bûne an jî zirar dîtine.

Di daxuyaniyê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku malbatên Filistînî neçar in ku di wargehên teng de bijîn, digel pirsgirêkên nepenîtiyê û gihîştina wan bi xizmetên bingehîn sînordar e. Her wiha hat gotin ku UNRWA û rêxistinên hevkar alîkariya malbatên koçber berdewam dikin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê, ji Cotmeha 2023an vir ve di êrîşên rejîma işxalker de 69 hezar û 185 Filistînî şehîd bûne û 170 hezar û 698 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.