Otobûs li pira peyayan xist: 5 mirî, 14 birîndar
Li Enqereyê, otobûseke taybet li ser pira derbasbûnê peyayan qelibî, di encamê de 5 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.s
Li gorî agahiyan, otobûseke taybet a giştî ku rêwîyan ji Kizilcahamamê ber bi Enqereyê ve dibir piştî ku şofêr kontrola wesayîtê winda kir, li stûna ser rêya derbasbûnê qelibî.
Ji ber lêdana dijwar a otobûsê ziyanek mezin dît.
Piştî xeberdayînê, gelek ekîbên tenduristiyê, polês û îtfaîyeyê bo cihê bûyerê hatin şandin.
Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 14 rêwî jî birîndar bûn.
Tê ragihandin ku rewşa hinek birîndaran giran e. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.