Otobûsa ku sefera Dîyarbekir-Stenbolê dikir şewitî: 2 kes mir, 8 kes jî birîndar bûn
Otobûsa ku sefera Stenbol-Dîyarbekirê dikir li Taxa Işiklar a Rêya Marmaraya Bakur li barîyeran xist û şewitî, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.
Şewat, di saet 18.40an de li alîyê Taxa Işiklar a Rêya Marmaraya Bakur a Eyupsultanê qewimî.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Stenbolê ve hat belavkirin qeza ji ber ku şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir pêk hat.
Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 1 jê goran 8 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku mirovên birîndar ji bo bêne tedawîkirin ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.