Otobûsa rêwîyan û teraktorek li hev qelibîn: 10 birîndar
Li navçeya Xorasana Erziromê, otobûseke rêwîyan û teraktorekî li hev qelibîn, di encama qezayê de 10 kes birîndar bûn.
Qeza, li alîyê Uç Yola navçeya Xorasanê pêk hat.
Li gorî agahîyan otobûs û teraktor ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.