Otobûsa xwendekarên zanîngehê tê de bûn qelibî: 2 jê goran 18 kes birîndar bûn

Otobûsa xwendekarên zanîngehê tê de bûn qelibî: 2 jê goran 18 kes birîndar bûn

Otobûsa ku xwendekarên Zanîngeha Kastamonûyê di nav de bûn, li Sînopê li wesayîtê qelibî û gêrê şerempolê bû. Di qezayê de 2 jê goran 18 kes birîndar bûn.

Li gorî agahîyan li ser rêya gundê Alogluya Erfelek-Gerzeya Sînopê, otobûsa gerê ya bi plaqeya 37 AAN 970 ku di nav de xwendekarên Zanîngeha Kastamonûyê hebûn, bi wesayîta bi plaqeya 34 SA 5668 a ku di bin îdareya M.T. de bû qelibî.

Otobûs, piştî qezayê di rêya ji ber mij û baranê ve şimitokî bûbû de ji bin kontrolê derket û gêrê şerempolê bû.

Di encama qezayê de 17 xwendekar û şofêrê wesayîtê birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansên ku ji cîhê qezayê re hatin sewqkirin ve ji Nexweşxaneya Dewlet a Ataturk a Sînopê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa 2 birîndaran giran in. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.