Pakistan: Hîndistan plana tevgereke leşkerî dike

Pakistan: Hîndistan plana tevgereke leşkerî dike

Wezîrê Enformasyona Pakistanê Attaullah Tarar, daxuyand ku ew îstîxbaretekî ewle girtine ku ew ê Hîndistan êrîşa Keşmîrê bike behene û plan dike ku di nav 24 an jî 36 seatan de operasyonekî leşkerî lidar bide.

Wezîrê Enformasyona Pakistanê Attaullah Tarar, îfade kir ku îstîxbaretek dibêje Hîndistan ew ê di nav 24 an jî 36 seatan de operasyonekî leşkerî li dar bide.

Tarar, êrîşa ku li herêma Pahalgama Cammû Keşmîrê hat lidarxistin û bû sedema mirina 26 kesan bike behene û ev tevgerê pêk bîne.

Pakistan îfade kir ku ew teklîf kirine ku bila êrîş ji teref komîsyonekî bêalî ve bê tehqîqatkirin lê Hîndistan vêya qebûl nekirîye.

Tarar, bi biryarî bal kişand ku ew ê ji her êrîşekî re “bi biryarî û zelalî” bersivek bê dayîn û civaka navneteweyî jî hişyar kir ku ji encaman jî ew ê Hîndistan mesul be.

Wezîrê Parastina Pakistanê Khawaja Muhammad Asif jî destnîşan kir ku midexeleya leşkerî ya Hîndistanê demeke nêz e.s

Asîf, ragihand ku artêşa Pakistanê ji her êrîşê re amade ye û tedbîrên stratejîkî girtîye. Çekên Nukleerî jî wê tenê dema ku ji hebûna Pakistanê re tehdîdekî rasterast hebe bê şixulandin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.