Pakistanê ragihand ku wan 5 balafirên şer û yek ÎHAya Hîndistanê xistine xwarê
Pakistanê got ku wan pênc balafirên şer û dronek wekî bersivdayîna ji êrîşa asmanî ya Hindistanê ya bi navê Operasyona Sindoor re xistine xwarê.
Li Başûrê Asyayê dîsa bêaramî zêde dibe. Pakistanê bi tundî bersiv da êrîşa asmanî ya bi navê "Operasyona Sindoor" ku ji hêla Hindistanê ve piştî êrîşa li Cammu û Keşmîrê ya 22ê Nîsanê ku tê de 26 sivîlan canê xwe ji dest dan, dest pê kir.
Hêzên Çekdar ên Pakistanê ragihand ku wan pênc balafirên şer ên Hindistanê (sê Rafale, yek Su-30MKI û yek MiG-29) û yek balafira bêmirov xistine xwarê. Her wiha hat ragihandin ku baregeheke tûgayê li herêma Keşmîrê ya Hindistanê bi êrîşeke mûşekî hatiye wêrankirin.
Hindistanê îddîa kir ku êrîş tenê li dijî "binesaziya terorîst" bûne û ti hedefên sivîl nehatiye hedefgirtin. Lêbelê, Pakistanê got ku di êrîşan de herî kêm 26 sivîl hatine kuştin û 46 jî birîndar bûne.
Ev êrîşên hevbeş ji sala 2019an vir ve wekî rageşiya leşkerî ya herî giran a di navbera herdu welatan de tê hesibandin.
Civaka navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî, bang li aliyan kir ku xweragir bin û ji bo pêşîgirtina li pevçûnek mezintir di navbera van her du cîranên xwedî çekên navokî de daxuyanî dan.
Her çend her du alî hevdu tawanbar dikin jî, pêşketinên ku heta niha qewimîne wekî nîşana krîzeke cddî têne dîtin ku aramiya herêmê dixe talûkeyê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.