Parlamenterê HUDA PARê Dînç derheqê araqê de pêşnîyaznameya pirsê da

Parlamenterê HUDA PARê Dînç derheqê araqê de pêşnîyaznameya pirsê da

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, derheqê micadeleya di bikaranîtina eraq û bindestîya eraqê de denetim û mueyyîdeyên ku têne kirin de pêşnîyaznameya pirsê da Meclîsê.

Dînç ji bona ku Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya van pirsan bibersivîne van pirsan pirsî.

“Divê dewlet, ji bo parastina muptelabûna ciwanan a ji eraqê re tedbîrên hewce bistîne”

Dînç bal kişand ku eraq hem li ser ferdan hem jî li ser civakan gelek tesîrên xerabker çêdike û got, “Di maddeya 58emîn a Makeqanûnê de dibêje ku ‘Divê dewlet, ciwanan ji muptelabûna eraqê, maddeyên tiryakê, sûcdarîbûn, qumar û hînbûnên xerab ên wek vana de ji cahiltîyê biparêze tedbîrên hewce bistîne.’”

Pirsên ku Faruk Dînç ji bona ku Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya bersivê bide pirsîye weha ne:

- Di çarçoveya van hikmên ku qedexe dike de di nav sê salên dawîn de ji teref Wezaretê ve tiştên ku hatine kirin çine û jimara mueyyîdeyên ku têne kirin çend in?

- Di çarçoveya micadeleya bi eraq û muptelabûna tiryakê de tiştên ku ji teref Wezaretê ve têne plankirin an jî xebatên ku têne kirin çine, di van çarçoveyan de bi sazîyên dinê re gelo hevkarî tê kirin an na?

Dînç di daxîya axavtina xwe de bal kişand ku divê polîtîkayên dijî eraq û tiryakê bi biryardarî werin bicîhanîtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.