Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç: Divê di meha Remezanê de ji bo karmendan xebat werin sistkirin

Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç: Divê di meha Remezanê de ji bo karmendan xebat werin sistkirin

Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç di axaftina xwe ya li Meclisê de diyar kir ku divê di jiyana xebatê de ji karmendên dewletê û karmendên sektora taybet ên ku di meha Remezanê de rojî digirin re muameleyek taybetî bê dayîn.

Dînç li Lijneya Mezin a Parlamentoya Tirkîyeyê axivî û axaftina xwe bi ‘Bi navê Xwedê’ dest pê kir.

Dînç diyar kir ku Remezan heyameke bereket e ku rehmet, bereket û fedakarî digihîjin lûtkeyê û wiha li axavtina xwe zêde kir:

"Pêşkêşkirina tesîsan li cihê kar da ku birayên me yên ku dixebitin di vê mehê de bi aramî wezîfeyên xwe yên dînî pêk bînin, hem berpirsiyariyeke exlaqî û hem jî ya Îslamî ye. Divê rêzikname ji bo karmendên sivîl û karmendên sektora taybet werin çêkirin û divê ji bo karkerên me yên ku rojî digirin nermbûnek were dayîn. Divê li welatê me jî mîna welatên din ên Îslamî nermbûnek wisa were peyda kirin. Sîstemeke xebatê ya li gorî ruhê Remezanê dê dilovanî, edalet û biratiyê xurt bike. Ez dua dikim ku Xwedê vê mehê bike wesîleya yekîtî, hevgirtin û azadiya alema Îslamê, nemaze ji bo birayên me yên li Xezzeyê. Spas dikim." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.