Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç: Divê li dijî îxlalkirinan tedbîrên astengkirinê bên girtin

Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç: Divê li dijî îxlalkirinan tedbîrên astengkirinê bên girtin

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç li Meclîsê derheqê berdewamkirina zilm û zordarîya rejima îşxalker de axivî.

Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û îfade kir ku rejîma sîyonîst digel agirbestê jî li Xezzeyê qirkirina xwe didomîne.

"Armanca rejîma siyonîst ew e ku demografiya Xezzeyê bi awayekî daîmî biguherîne"

Dînç, bi bîr xist ku rejîma terorîst a siyonîst digel peymana agirbestê jî êrîşî Xezzeyê dike û rê li ber çûna alîkariyê digire û got, "Hêzên îşxalker ên ku bi berfirehkirina deverên di bin kontrola xwe de peymanê paşguh dikin, rê li ber çûna alîkariya mirovî bo herêmê jî digirin û sivîlan bi birçîbûn û bêpariyê re rû bi rû dihêlin. Geşedanên dawî bi awayekî zelal nîşan didin ku rejîma siyonîst armanc dike ku bi planên avakirina bajêr li deverên di bin kontrola hevbeş a bi Emrîkayê re, avahiya demografîk a Xezzeyê bi awayekî mayînde biguherîne. Ev plan armanc dike ku berxwedana Filistînê îzole bike û bi bêparkirina wan ji gihîştina alîkariyê, beşek girîng a nifûsê neçar bike ku koçber bibe."

"Divê li dijî îxlalkirinan tedbîrên astengkirinê bên girtin"

Dînç, destnîşan kir ku welatên garantor û navbeynkar li hember vê rewşê bêxem mane û wiha got: "Niha ji bo civaka navneteweyî û bi taybetî jî ji bo welatên garantor û navbeynkar girîng e ku mesulîyetîyên xwe bicîh bînin. Divê alîkariya mirovî ya berfireh, tevî xanîyên prefabrîk ji bo şert û mercên zivistanê yên nêzîk, tavilê were peyda kirin û li dijî îxlalkirinan divê cezayên astengkirinê werin sepandin." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.