Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç: Divê li hember êrîşên ji nirxên dînî re bêdeng nemînin

Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç: Divê li hember êrîşên ji nirxên dînî re bêdeng nemînin

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di daxuyanîya çapemenîyê ku li Meclîsê li dar xist de, ji karîkatura alçax a kovara Lemanê re bertek nîşan da.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di daxuyanîya çepemenîyê ku li Meclîsê li dar xist de derheqê rojevê de nirxandinan kir. Dînç, “Bi desteka partîyên sîyasî û gelên xwe em hêvî dikin ku ew ê pêşnîyaza me were qanûnkirin.”

“Pêşnîyara me ya qanûnê hizûra civakê û raya giştî di nav xwe de dihewîne”

Dînç, îfade kir ku di rojên dawîn de êrîşên derheqê nirxên menewî û şexsîyetên sîyasî têne kirin zêde bûne, ev rewş jî ji aştîya civakê û çanda jîyandina bi hev re re zerarê dide.

Faruk Dînç îfade kir ku êrîşên ewakî û heqaretên ewakî wek azadîya îfadeyê nayê qebûlkirin, “Em wek HUDA PARê, hefteya borî pêşnîyaza xwe ya qanûnê ku di nav de dibêje bila êrîşên ji nirxên dînî re têne kirin wek sûcekî musteqîl bê hesibandin û ji sûcên ewakî re cezayên giran bêne dayîn pêşkêşê Meclîsê kir. Ev pêşnîyaza ku me amade kirîye, armanc dike ku hem ewlehîya azadîya bawerîyê ya ferdan hem jî hizûra civak û raya giştî biparêze.”

“Ew ê bi berfirehkirina çarçoveya sûca “heqaretkirina yadîgara mirovê” mueyyîdeyên tesîrdar çêbibin”

Dînç diyar kir ku heger pêşnîyaz di Meclîsê de were qebûl kirin û bibe qanûn ew ê mirovên ku êrîşan dikin wek niha êdî bi rehetî êrîşên nirxên dînî bikin.

“Divê êrîşê ku bi kustexî têne kirin bêne cezakirin”

Dînç bal kişand ku ev pêşnîyaz li ser daxwazîyên ku civak xwestîye hatîye amadekirin, “Divê li hember êrîşên ji nirxên dînî re têne kirin bêdeng nemînin; divê çalakîyên ewakî bi pêvajoyekî hiqûqî bêne cezakirin. Ev eşkereye ku pêşnîyaza me bi daxwaza raya giştî ve hatîye amadekirin.”

“Em hêvî dikin ku ew ê bi desteka gelê me û partîyên sîyasî ev pêşnîyaza me were qebûlkirin”

Parlamenter Dînç bal kişand ku ev êrîşa ku jiteref kovara Lemanê ve hatîye kirin carekî dinê jî derxistîye holê ku ev pêşnîyaz çiqas muhîm e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.