Parlamenterê HUDA PARê Farûk Dînç: Heger cotkar bikeve ew ê memleket hilweşe

Parlamenterê HUDA PARê Farûk Dînç: Heger cotkar bikeve ew ê memleket hilweşe

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Farûk Dînç, cotkarên ku li navçeya Anamurê serayên wan ên muzan ji ber qeşayê zerarê dîtine zîyaret kir û bal li ser mexdûrîyeta wan kişand.

Dînç bibîrxist ku di felaketa qeşaya zîraetê ku di Meha Sibatê de li Mêrsînê tesîrdar bû de hilberînên zîraetê gelek zerarê dîtin, di navbera 10-12ê Nîsanê de jî 36 bajar ji vê felaketê tesîrdar bûn.

Dînç di axavtina xwe de weha got, “Em li ber serayekî muzan ku ji firtûneyan tesîrdar bûye û zerarê dîtîye ne. Bi rastî jî cotkarên me yên li vê derê ji felaketê bi xerabî tesîrdar bûne.”

“Divê deynê cotkaran bi bêfaîzî bên taloqkirin”

Faruk Dînç di axavtina xwe de bang kir ku divê bi lez û bez tespîtên zerarê bêne kirin û zerara cotkaran bên temînkirin, “Em ji li vê deêr bang dikin ku bila rayedaran tespîtên zerarê bikin, mexdûrîyeta cotkaran jî ji holê rabikin. Dema ku cotkarên me erdên xwe an jî baxçeyên xwe datînin li gorî hesab û kitêbekî datînin. Banga me ya ji li vê derê; divê deyna cotkarên me bi bêfaîzî bên taloqkirin. Zerarên wan bên tespîtkirin, mexdûrîyet jî ji holê bên rakirin.”

Dînç herî dawîn wiha git, “Bi îzna Xwedê em wisa bawer dikin û hêvî dikin ku ew ê rayedaran goh bidin banga me. Çîmkî heger cotkar bikeve ew ê memleket hilweşe.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.