Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç, ji bo beşdarî Fîloya Sumudê bibin gihaşt Tunusê
Alîkarê Serokê Giştî û Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç û Serokê Bajarê Enqere yê HUDA PARê Ahmet Karaarslan ji bona ku dorpêça li dijî Xezzeyê bişkînin ew ê beşdarî Fîloya Sumudê bibûna, di vê armancê de ew gihaştin Tunusê.
Fîloya Sumudê ku ji çar alîyê cîhanê aktîvîst beşdarî dibin, ji bona ku dorpêça li dijî Xezzeyê bişkînin derdikeve rê.
Organîzasyona Fîloya Sumudê ji teref; Yekîtîya Fîloya Azadîyê, Tevgera Xezze ya Kûrewî, Konvoya Berxwedanê û Rêxistina Berxwedana Nusantarayê ya ku navenda wî li Malezyayê ye ve tê meşandin. Fîloya ku hazirîya xwe temam kir, ew ê bi beşdarbûna parêzvanên heqîyê wê rêya xwe bidomîne.
Parlamenter Dînç û Karaaraslan ku gihaştin Tunusê, li ser hîsabên xwe yên medyaya civakî vîdeoyên xwe yên ewil parve kirin.
Parlamenterê HUDA PARê Dînç, di vîdeoya xwe de weha got, “Em niha li Tunusê ne. Em ê bi îzna bi Fîloya Sumud a Kûrewî, perên xwe yên merhamet û însanîyetê ji bo Xezzeyê vebikin. Û niha ji çar alîyê cîhanê însan hatine li vê derê. Hemî di nav kelecanekî de disekinin. Înşaallah ew ê bi wesîleya vê fîloyê dorpêça Xezzeyê were şikandin, ji zarokên mesum ên Xezzeyê re alîkarî werin gihandin. Tiştê herî baş jî em wisa hêvî dikin ku ew ê qirkirina li wê derê dawî bibe. Banga me ji hemû xûşk û birayên me re ye: Divê hemî kes deng bide vê fîloyê. Hemî kes li cîhê xwe ji qirkirina li Xezzeyê re deng bide. Divê dengê gel û mafdar a Filistînê bilindtir bikin.”
Parêzvan Karaarslan jî di vîdeoya xwe de weha got: “Em ji bona ku dorpêça li dijî Xezzeyê bişkînin û beşdarî Fîloya Sumud a Kûrewî bibin ji Enqereyê hatine Tunusê. Ev bû 1-2 roj in li vê derêne. Em ê bi hatine mirovên ku ji Barcelonayê werin re birê bikevin û bi îzna Xwedê wê dorpêçê bişkînin. Di vê pêvajoya de hêvî û daxwazîyên me yên ji xûşk û birayên em ev e ku bila vê fîloyaê ji rojevê dernexînin, li ser hemî platforman deng bidin vê fîloyaê û dengê fîloyê jî zêde bikin. Wek her demî bila me jî ji duayên xwe kêm nekin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.