Parlamenterê Huda Parê Faruk Dinç, pirsgirêkên gundên Çinarê bir rojeva Meclîsê
Parlamenterê HÛDA PARê Faruk Dinç, piştî serdanên xwe yên li gundê navçeya Çinarê, pirsgirêkên DEDAŞ, binesazî û veguhestinê yên ku gundî pê re rû bi rû ne, bir rojeva Meclîsê.
Parlamenterê Mêrsînê yê HÛDA PARê Faruk Dinç, di civîneke çapemeniyê de ku li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) li dar xist, hûrguliyên seredanên xwe yên li gundên navçeya Çinara Diyarbekirê bi raya giştî re parve kirin.
Dinç ku bi welatiyan re hatibû cem hev û giliyên wan ji devê wan bi xwe bihîstibûn, bal kişand ser wê yekê ku di serê pirsgirêkên herî mezin ên xelkê herêmê de kêmasiyên binesaziyê, fatureyên bilind ên DEDAŞê û cezayên neheq ên ku ji aliyê vê saziyê ve tên birîn, hene.
"Ji bo pirsgirêka DEDAŞê divê çareseriyeke lezgîn û rêyeke lihevkirinê bê dîtin"
Dinç diyar kir ku hema hema li her gundî rastî pirsgirêkên rê, binesazî û serasaziyê hatine û nexasim bal kişand ser bilindbûna lêçûnên enerjiyê. Dinç ev îfade bi kar anîn:
"Fatureyên bilind ên elektrîkê û cezayên ku ji aliyê DEDAŞê ve tên birîn, niştecihên gundan bi awayekî cidî bêzar kirine. Divê ev pirsgirêk bi rastî bê çareserkirin, lihevkirin û rêyeke navîn bê dîtin. Pirsgirêk li ku derê be, li ku asê mabê, divê demildest bê çareserkirin."
Parlamenter Dinç, pirsgirêkên ku di gundên seredana wan kirî de derketine pêş, weha rêz kirin:
Gundê Bîrabazin: Li gel pirsgirêkên binesazî û serbaziyê, kêşeyeke giran a ava vexwarinê heye. Şîniyên gund bi lezgînî daxwaza birca avê dikin. Her wiha, çalên li ser rêya kevin a Dêrikê metirsiyê li ser ajokaran çêdikin û giliyên gundiyan li dijî fatureyên neheq û cezayên DEDAŞê berdewam dikin.
Parlamenter Dinç, hûrguliyên seredanên xwe yên li gundên Birîkê û Golberanê bi van xalan rêz kirin:
Gundê Birikê:
Kêşeya Avê: Ji ber ku bîrên avê hişk bûne, welatî bi derfetên xwe hewl didin bîrên nû bikolin.
Rewşa Dibistanê: Dibistana seretayî ya gund tenê ji konteynireke prefabrîk pêk tê. Ev dibistan havînan pir germ û zivistanan jî pir sar dibe. Nebûna baxçeyê dibistanê û bêxwedîtiya wê, xwendekaran mexdur dike.
Daxwaza Ciwanan: Zarok û ciwanên gund daxwaza çêkirina lîstîgeheke topê dikin.
Gundê Golberanê:
Rê û Avahî: Rêyên gund xerabe ne û daxwaz tê kirin ku avahiyên kevin (metruk) ên ku xetereyê çêdikin, werin rûxandin.
Aboriya Cotkaran: Cotkar ji ber bihabûna mazot, gubre û dermanên çandiniyê dinalin.
DEDAŞ û Werzîş: Mîna gundên din, li vir jî mexduriyeta DEDAŞê berdewam dike û zarok daxwaza lîstîgeheke topê dikin.
Parlamenter Faruk Dinç, di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser pirsgirêkên gundên Lûgusê û Orteviranê:
Gundê Lûgusê:
Avahiyên Metruk: Hat diyarkirin ku di gund de avahiyên kevin û bêxwedî hene ku xetereyê li ser jiyana welatiyan çêdikin.
Kêşeya Rêya Dêrikê: Rêya kevin a di navbera Diyarbekir û Dêrikê de, ji ber ku beşek ji wê di darizandinê de ye, nayê çêkirin. Ev rewş dibe sedema mexduriyeta ajokar û welatiyan.
Gundê Ortevêranê:
Rêya Hesinî (Trên): Hat ragihandin ku xeta trênê ya ku di nêzîkî gund re derbas dibe, bi awayekî şaş hatiye çêkirin.
Xetereya Qezayan: Ji ber kêmasiyên teknîkî û şaşiya çêkirina rêya trênê, her gav xetereya qezayan heye û ev yek ji bo gundiyan bûye metirsiyeke mezin.
Gundê Qurm:
Binesazî: Mîna gelek gundên din, li vir jî kêmasiyên binesaziyê (kanalîzasyon, rê hwd.) hene.
Werzîş: Ciwanên gund daxwaza avakirina lîstîgeheke gogê (halı saha) dikin.
Îdiaya Perwerdehiyê: Mijara herî balkêş a vê gundî îdiayek li ser xwendekaran e. Hat gotin ku hinek xwendekar, bêyî razîbûna (rizaya) malbatên wan, li pansiyona (razangeha) li navçeya Çinarê hatine qeydkirin.
"Divê cudakarîya li Meclîsê bi dawî bibe, guh bidin dengê milet"
Parlamenterê HÛDA PARê Faruk Dinç, di beşa dawî ya daxuyaniya xwe de rexne li xebata Meclîsê û rêziknameya navxweyî (iç tüzük) girtin. Dinç bertek nîşanî wê yekê da ku mafê axaftinê nadin parlamenterên partiyên siyasî yên ku koma (grup) wan li Meclîsê nîn e.
Parlamenter Dinç bal kişand ser zehmetiya vegotina pirsgirêkên milet di nava deqîqeyekê de û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:
"Armanca bingehîn a Meclîsê dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên milet e. Lê belê, partiyên ku koma (grup) wan nîn e, her dema ku bixwazin nikarin mafê axaftinê bigirin. Dibêjin 'demokrasî', lê ji ber rêzên ku li paşperdeyê bêyî agahiya kesî tên dagirtin, em nikarin di Lijneya Giştî (Genel Kurul) de biaxivin. Digel vê yekê, divê Meclîs di nav xwe de jî yekîtiyê pêk bîne. Cudakirina xwaringehên parlamenteran û yên personelê, heta cudakirina deriyên ketinê; nekarîna rûniştina hemû partiyan li kêleka hev di Lijneya Giştî de, mijarên wusa ne ku divê li ser wan were fikirîn û nîqaşkirin. Em ê bi qasî hêza xwe, bi rêya çapemeniyê dengê pirsgirêkên welatiyên xwe bilind bikin."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.