Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr: Divê ji Sûdanê re qorîdora însanî were vekirin
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di daxuyanîya çapemenîyê ya ku li Meclîsê li dar xist de, derheqê Sûdanê de nirxandinan kir.
Demîr di nirxandina xwe de weha got, “Li gorî rapora dawîn a Neteweyên Yekbûyî, li bajara Kadugliya wîlayeta Kurdufana Başûr a Sûdanê xela dest pê kirîye, rîska bealvbûna herêmên derdorê ya vê rewşê ji felaketeke însanî ya ciddî re balan dikşîne.”
Demîr bal kişand ku pevçûnên ku li welat berdewam dikin sîvîlan hedef digre, “Pevçûnên çekdar ên ku li Sûdanê berdewam dikin rasterast sîvîlan hedef digre; bi krîzên birçîbûnî, jicîhkirin û tenduristîyê ve encam dibin.”
Şahzade Demîr destnîşan kir ku hinek welatan pevçûnan dirêj dikin, “Îmarat û hinek welatên dinê ji bo menfîetên xwe yên li Sûdanê çekan didin Hêzên Piştrigî ya Bi Lez (HDK), ev jî dibe sedema dirêjbûna herbê. Di vî warî de tenê şermezarkirin an jî banga agirbestê têrê nake.”
“Ji bo micadeleya bi bîrçîbûnîyê re divê ji herêmên dorpêçkirî re qorîdorên însanî werin vekirin”
Parlamenter Demîr derheqê çareserîyê de jî axivî û weha got:
“Ji bona ku pevçûn dawî bibin divê li dijî welatên ku rasterast an jî nerasterast piştgirîyê didin HDKê muayyîdeyên tesîrdar werin kirin. Divê ji artêşa Sûdanê re jî alîkarîya leşkerî û lijîstîkî were dayîn. Xeyn ji vêya ji bo micadeleya bi bîrçîbûnîyê re jî qorîdorvekirina ji herêmên dorpêçkirî re jî gaveke girîng e. Di vê armancê de divê Neteweyên Yekbûyî û aktorên herêmî teşebûsên acîlî bidin destpêkirin, derbasbûna alîkarîya însanî were parastin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.