
Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr mijara birîna daristanan li Şirnexê anî Meclîsê
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr berteka raya giştî ya li ser birîna daristanên li Şirnexê anî Meclîsê.
Parlamenterê HUDA PARê yê Entabê Şahzade Demîr derbarê birîna daristanan a li herêmên Gabar û Bestayê de pirsek parlementoyê pêşkêş kir û ji Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli bersiv xwest.
Demîr di pirsa xwe ya parlementoyê de behs kir ku birîna daristanan a li herêmên Gabar û Bestayê yên Şirnexê di salên dawî de bûye sedema berteka raya giştî.
"Wêrankirina qadên daristanan hevsengiya avhewayê ya herêmê jî tehdît dike"
Demîr, ku diyar kir ku çalakiyên birînê berê ji ber sedemên ewlehiyê sînordar bûn û niha di çarçoveya 'qezencên bazirganî' de têne kirin û zirarên bêveger didin xwezayê, got, "Tevî daxuyaniyên PKK-ê yên danîna çekan û başbûna girîng a rewşa ewlehiyê ya li herêmê, rastiya ku birîna daristanan bi heman tundiyê berdewam dike wijdanê raya giştî birîndar dike. Ev pêvajo ne tenê zirarê dide ekosîstemê, lê di heman demê de ji bo xelkê herêmî yên ku debara xwe ji mêşvanî û xwedîkirina heywanan dikin jî zehmetiyê dikişîne. Wêrankirina qadên daristanan di heman demê de hevsengiya avhewayê ya herêmê jî tehdît dike."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.