Parlamenterê HUDAPARê Faruk Dinç, li Çinarê hinek hevdîtin û serdan pêk anîn
Parlamenterê HUDAPARê Faruk Dinç, li navçeya me Çinarê (Amed) bi welatiyan re hat bal hev, di fitarê de bi gel re civiya û nimêja terawîhê bi hev re eda kirin.
Parlamenterê HUDAPARê Faruk Dinç, Serokê HUDAPARê yê Amedê Zeynul Abidin Gülsever û Serokê Navçeya Çinarê Aziz Tekdal, serdana gundên navçeya me Çinarê; Bîrabazin, Birik, Golberan û Qurm kirin.
Faruk Dinç bi gel re sohbet kir, daxwazên welatiyan guhdar kir û pirsgirêk ile zehmetiyên wan not girtin. Parlamenterê HUDAPARê Faruk Dinç fitara xwe bi Çinariyan re vekir û paşê jî nimêja terawîhê eda kir.
Parlamenterê HUDAPARê Faruk Dinç di daxuyaniya ku da de ev îfade bi kar anîn:
"Piştî ku em hatin hilbijartin, em naçin Enqereyê û gel ji bîr nakin. Em hewl didin ku di nav gel de bigerin. Ji ber ku em xwe berpirsiyar hîs dikin û tirsê ji hesabdayîna li hizûra Xwedê dikin. Meqam û kursî demkî ne. Em serdana gelê xwe dikin, pirsgirêkên wan guhdar dikin û digihînin meqamên pêwendîdar, di meclîsê de tînin ziman. Bêyî ku em bêzar bibin, bibe nefsbiçûkî û biwestin; em nabêjin 'Meha Remezanê ye, em birçî ne, em tî ne'. Ji ber mesûliyet û berpirsiyariya xwe, em serdana gelê xwe dikin û guh didin pirsgirêk û zehmetiyên wan. Em ê pirsgirêk û zehmetiyên ku me guhdar kirine bişînin meqamên rayedar, em ê hewl bidin vê mesûliyetê bi cih bînin. Wekî dewrêşan gund bi gund, tax bi tax em ê bigerin û bi we re werin bal hev. Em hatine ku guh bidin we. Heke tiştekî ku hûn pê meraq dikin, dixwazin hîn bibin hebe, em amade ne bersivê bidin. Em ji bo xizmeta we li vir in.
Dinç di berdewamiya daxuyaniyên xwe de weha axivî:
"Li herêma me rêjeya bêkariyê bilind e. Ma we qet dît ku kesek ji bajarên rojava bê herêma me ji bo xebatê? Lê mixabin ji herêma me mirovên me hene ku ji bo xebatê diçin bajarên rojava. Projeya GAPê ya herêma me heye; divê ev proje di zûtirîn dem de were qedandin û bikeve meriyetê. Siyasetmedar ji bo xizmeta gel tên hilbijartin û diçin meclîsê, neçar in ku pirsgirêk û zehmetiyên gel çareser bikin. Lê mixabin siyasetmedar van wezîfeyên xwe bi cih nînin."
Dinç bal kişand ser armanca siyaseta xwe û got:
"Armanca me, siyaseta me û xizmeta me; xizmeta ji bo gel û qezenckirina rizaya Xwedê ye. Em bi awayekî siyasî naaxivin, nêrîna me ne siyasî ye û ne jî evîna kursiyan e. Armanc qezenckirina rizaya Xwedê û xizmetkirina gel e. Em di meclîsê de an jî li dervayî meclîsê, ne ji bo ku kesekî memnûn bikin, lê ji bo ku tiştên rast ên em dizanin bibêjin dixebitin."
























Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.