Parlementerê HÜDA PARê Serkan Ramanli piştgirî da banga alîkariyê ya ji bo Rojava
Parlementerê Êlihê yê HÜDA PARê Serkan Ramanli, li hemberî banga alîkariyê ya ji bo sivîlên li Rojava ku ji cih û warên xwe bûne bêdeng nemand û meaşekî xwe bexişand.
Ramanli meaşekî xwe bexişand sivîlên li Rojava
Parlementerê Êlihê yê HÜDA PARê Serkan Ramanli, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew piştgiriyê dide seferberiya alîkariyê ya ku Weqfa Sêwiyan ji bo sivîlên li Rojava yên ji ber şer bûne mexdûr dane destpêkirin.
Ramanli, parvekirina Serokê Giştî yê Weqfa Sêwiyan Fikri Karavil a li ser medyaya civakî sitand (quote kir) û ji ber vê hesasiyeta wî Karavil tebrîk kir. Ramanli destnîşan kir ku divê mexdûr û mazlûm bi tenê neyên hiştin û bi bexişandina meaşekî xwe yê wekîltiyê, piştgirî da kampanyaya ku hatî destpêkirin.
Ramanli di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê X’ê (Twitter) de ev bang kir:
"Serokê min, ez te ji ber vê hesasiyeta te, te tebrîk dikim. Ez jî meaşekî xwe bexiş dikim û bang li her kesî dikim ku li gorî hêza xwe piştgiriyê bidin. Birayên me ne bi tenê ne."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.