Partîya DEMê cara duyemîn diçe Îmralîyê

Partîya DEMê cara duyemîn diçe Îmralîyê

Lijneya Partîya DEMê, ji bona ku bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike îro wê biçe Girava Îmralîyê.

Partîya DEMê, ji bo hevdîtina duyemîn a Îmralîyê roja Yekşemê serlêdana Wezareta Edaleyê kir. Ji ber serlêdan bi erênî encam bû ew ê îro lijneya Partîya DEMê dîsa biçe Îmralîyê, bi serokê PKKê Ocalan re hevdîtinê bike.

Ew ê di lijneya hevdîtinê de Parlamenterê Stenbolê Sirri Sûreyya Onder û Parlamentera Wanê Pervîn Buldan cîh digre. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.