Peyama Cejna Remezanê ji Serokê Navçeya Çinarê yê HUDA PARê
Serokê HUDA PARê yê Çinarê Eziz Tekdal peyama Cejna Remezanê weşand.
Serokê Navçeya Çinarê yê HUDA PARê Eziz Tekdal di peyama xwe ya ku weşand de, van îfadeyan bi kar anîn:
"Di berdêla rojiyên ku di Meha Remezana Pîroz de hatine girtin û îbadetên ku hatine edakirin de, em gihîştin Cejna Remezana Pîroz a ku diyariya Xwedayê me ye ji bo misilmanan. Hemd û sena ji Xwedayê me re be ku em gihandin Meha Remezanê û piştî rojî û îbadetên di vê meha pîroz de, em gihandin cejnê.
Em ji Xwedayê me daxwaz dikin ku Cejna Remezanê bibe wesîleya yekîtî û bihevrebûna misilmanan; di serî de bibe wesîleya rizgariya birayên me yên Xezeyî yên ku di bin zilma wehşiyên siyonist de dinalin û rizgariya hemû birayên me yên ku di bin zilmê de ne. Ez Cejna Remezana Pîroz li xelkê navçeya me û li hemû misilmanan pîroz dikim."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.