Pîlotên siyonîstên îşxalker hukûmetê bi binpêkirina emran tehdîd kirin
Bi dehan pîlotên aktîv û cîgir ên siyonîstên îşxalker, hukûmetê bi wezîfê berdanê tehdîd kirin.
Bi dehan pîlotên hêzên esmanî yên siyonîstên îşxalker ragihandin ku ger êsîrên siyonîst ji şerîda Xezzeyê neyên vegerandin ewê ji wezîfeya xwe vekişin.
Firokevanên siyonîst îşxalker diyar kirin ku berdewamiya şer tenê ji bo berjewendiyên şexsî û siyasî yên bisînor e û tu alîkariyek ji ewlehiya rejîma îşxalker re nake.
Li gorî pîlotên siyonîstên îşxalker, berdewamiya şer wê bibe sedema mirina hejmareke zêde ya siyonîst û leşkeran û betlandina leşkerên cîgir. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.