Pispor: Li Xezzeyê ji nû ve avakirina sîstema tendurisîtyê ya ku hilweşiyayî ew ê 12 sal bidome

Pispor: Li Xezzeyê ji nû ve avakirina sîstema tendurisîtyê ya ku hilweşiyayî ew ê 12 sal bidome

Pisporan diyar kirin ku sîstema tenduristîyê ya li Xezzeyê ku ji ber şerê qirkirinê yê rejîma îşxalker a sîyonîst bi temamî hilweşîyaye, û zirareke mezin dîtiye, ji bo avakirina wê nêzîkî 12 salan bidome.

Xebatkarên tenduristiyê ji bo piştevaniya bi Xezzeyê re li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreya Swîsreyê çalakiyek bi navê "Li Konê Spî Xwepêşandana Mezin" li dar xistin.0

Beşdaran bal kişandin ser geşedanên li Xezzeyê, krîza tenduristiyê ya ku ji ber şerê qirkirinê yê îşxalkeran derketiye gotûbej kirin.

Beşdaran kiryarên dagirkeran ên piştî 7ê Cotmeha 2023an li Xezzeyê weke 'komkujî' bi nav kirin û destnîşan kirin ku divê ev rewş bêdeng nemîne.

Li gorî nûçeya Wafayê, endamê Înîsiyatîfa Tenduristiyê ya Navdewletî ya ji Tirkîyeyê û çalakvanê ku beşdarî xwepêşandanê bûye Huseyîn Durmaz got ku "Ji bo piştgiriya Xezzeyê koalîsyoneke tenduristiyê ya navneteweyî hatîye avakirin."

Durmaz got, "Niha ji zêdetirî 12 welatan zêdetirî 100 sazîyên tenduristiyê bi awayekî aktîf beşdarî xwepêşandanê dibin." Û got, “Ji 50 zêdetir sazî jî bi îmzekirina diyarîya ku belav kirine an jî bi protestoên hevdemî destekan dane.”

Li aktîvîstên ku bernameyê li dar dixin, heger tu astengîyek jî neyê nîşandan û îzîn bê dayîn ji nû ve lêkirina sîstema tenduristîyê ya Xezzeyê ew ê herî kêm 12 salan bigre.

Aktîvîst Nuriye Belhadj û xebatkar û çalakvana tenduristiyê ya Fransî ya ku bi eslê xwe ji Cezayîrê ye weha got: "Em wekî xebatkarên tenduristiyê, bi taybetî ji tiştên ku hevkarên me yên li Filistînê derbas dibin tesîrdar dibin. Li hember nexwelên me wezîfeyekî me yê pîroz heye û divê em bi wan re di nav piştgirîyekî tam de bin."

Xebatkara tenduristiyê ya Hollandayê Sara Galî diyar kir ku di çalakiyê de ji Neteweyên Yekbûyî hat xwestin ku xebatkarên tenduristiyê yên li Xezze û Şerîeya Rojavayê biparêzin û got, "Me di jiyana xwe de êrîşeke bi vî rengî ya li dijî xebatkarên tenduristiyê nedîtibû."

Ghali got ku rewşa tenduristiyê li Xezzeyê "gihîştiye astên karesatê" û got ku "ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve zêdetirî 1400 êrîş li ser navendên tenduristiyê hatine kirin û di encamê de zêdetirî 1000 xebatkarên tenduristiyê canê xwe ji dest dan." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.