Pisporê Nexweşiyên Çavan Hüseyin Güzel: Zarokên ku bi telefonê mezin dibin, bi rîska windakirina dîtinê re rû bi rû ne

Pisporê Nexweşiyên Çavan Hüseyin Güzel: Zarokên ku bi telefonê mezin dibin, bi rîska windakirina dîtinê re rû bi rû ne

Pisporê Nexweşiyên Çav û Cerahiya Çavan Op. Dr. Hüseyin Güzel hişyarî da ku di temenê piçûk de rûbirûmana telefon û ekranan, dibe sedema nexweşiyên giran ên çavan û di pêşerojê de jî dibe sedema pirsgirêkên psîkolojîk.

Bi perisîna teknolojiyê re ku bûye parçeyekî jiyana me yê veneqetiyane, temenê bikaranîna telefonê di nava zarokan de roj bi roj dikeve.

Pisporê Nexweşiyên Çav û Cerahiya Çavan Op. Dr. Hüseyin Güzel, ji mîkrofona ÎLKHAyê re axivî û diyar kir ku bi taybetî di temenê piçûk de rûbirûmana zêde ya ekranan tenduristiya çavên zarokan bi awayekî giran dixe bin xetereyê; Güzel bang li malbatan kir ku hîstiyar bin.

Pispor balê dikşînin ser vê yekê ku bi bikaranîna teknolojiyê ya bêkontrol re, di salên dawî de giliyên derbarê tenduristiya çavan de di nava zarokan de bi awayekî berbiçav zêde bûne. Tê gotin ku belavbûna telefonên zîrek di nava komên temenê piçûk de, gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên giran bi xwe re tîne.

Li gorî dîtina pisporan, zêdebûna dema li ber ekranê; rîska westandina çavan, xerabûna dîtinê û zerarên mayînde zêde dike. Her wiha kêmasiya hişmendiya malbatan a di vê mijarê de dibe sedem ku pirsgirêk hîn mezintir bibe.

Di vê çarçoveyê de Op. Dr. Hüseyin Güzel destnîşan kir ku divê dê û bav hem ji bo tenduristiya çavan hem jî ji bo geşedana psîkolojîk a zarokan bi awayekî agahdartir û bihişmtir tevbigerin.

Hüseyin Güzel: "Temenê bikaranîna telefonê roj bi roj dikeve"

Güzel bal kişand ser wê yekê ku zarok ji temenê gelek piçûk ve bi telefonê re rûbirû dimînin û wiha got: "Bi taybetî di salên dawî de di civaka me de, çîroka bikaranîna zêde ya telefonê ya di nava zarokan de êdî ketiye rojeva hemû cîhanê. Ji temenê gelek piçûk ve rûbirûmana zarokan a bi telefonê re dest pê dike. Berê sînorekî temenî hebû, lê niha ji zarokên 6 mehî bigire heta kesên 90 salî, di destê her kesî de dîtina telefonê mimkun e. Lê belê, ew pirsgirêkên ku rûbirûmana di temenê piçûk de derdixe holê, îro roj bi roj diyartir û berbiçavtir dibin.

Rêjeya bikaranîna berçavkan di nava zarokan de gihîşt ji sedî 50yî"

Güzel destnîşan kir ku telefon piranî bi armanca bêdengkirina zarokan tê bikaranîn û wiha got: "Bi taybetî telefonên ku dê û bav, ango welî ji bo ku zarokên xwe bêdeng bikin didin destê wan, bi demê re dibin sedema pirsgirêkên giran ên çavan. Pêdiviya berçavkan a ku berê di civakê de li dora ji sedî 20-30yan bû, îro bi taybetî di nava zarokan de ber bi ji sedî 50yî ve diçe. Sedema herî mezin a vê yekê jî rûbirûmana zêde ya zarokan a li ber ekranan e.

Telefon ji televizyonê gelekî bêtir çavan diwestîne"

Güzel behsa cudahiyên di navbera cureyên ekranan de kir û destnîşan kir ku bandora bikaranîna telefonê ya li ser çavan girantir e; Güzel wiha got:

"Berê dihat gotin ku televizyon bi zerar e, lê îro televizyon li gorî telefonê hinekî 'bêgunehtir' dimîne. Ji ber ku mesafeya di navbera televizyon û çavan de pir e. Tablet hinekî kêmtir bi zerar be jî, ji ber ku telefon di mesafeyeke pir nêz de (wekî 20-30 santîmetreyan) tên bikaranîn, dibin sedema westandina zêde ya di kûpên çavan û çavan de. Ji ber ku çav her tim li nêz dinêre, di pêşerojê de dibe sedema xwarbûna çavan (şaşîtî). Rewşa ku jê re 'spazma akomodasyonê' tê gotin derdikeve holê û zarok êdî nikarin çavên xwe ber bi derve ve bizivirînin. Heta felcên demkî jî dikarin çêbibin.

Divê di sê salên pêşîn de ekran bi temamî qedexe be"

Güzel diyar kir ku rûbirûmana ekranan divê teqez were sînorkirin û wiha axivî: "Ji ber vê yekê, divê em rûbirûmana zarokan a li ber ekranan daxînin asta herî jêrîn. Di sê salên pêşîn de, teqez şert e ku zarok ji ekranan dûr werin girtin. Her çend televizyon li gorî yên din hinekî bêgunehtir be jî, ya herî girîng ew e ku kontrol ne di destê zarok de, di destê dê û bav de be. Telefona ku dê û bav ji bo rehetiya xwe didin destê zarokan, bi demê re dibe xûyekî (hînîbûnekî) wisa ku zarok nikare jê veqete. Di encama vê de jî, di temenên pêş de pirsgirêkên çavan ên gelek giran derdikevin holê.

Zarokê şeş salî heye ku berçavka bi jimara heftan bi kar tîne"

Güzel, mînakeke metirsîdar a ku pê re rû bi rû maye parve kir û wiha got: "Nexweşekî me yê ku van demên dawî hat, zarokekî şeş salî bû û jimara çavê wî wekî heft hat tespîtkirin. Gava me ji malbata wî pirsî, me hîn kir ku ew zarok bêyî telefonê qet xwarinê naxwe û jiyana wî wisa derbas dibe. Hat gotin ku rojê 3-5 saetan li ekranê dinêre. Ji bo zarokekî şeş salî, ev rêje felaketek e û divê teqez were kêmkirin."

"Telefon zarokan mîna ku hişbir be, gêj dike"

Güzel destnîşan kir ku bandora telefonê ne tenê bi çavan sînorli ye: "Heya ku ji destê me tê, divê em zarokên xwe ji telefonan dûr bixin. Divê em bi dilpakî bêjin ku, ew kesên van telefonan îcad kirine, van cîhazên nadin zarokên xwe. Lê zarokên me gelekî rûbirûyî van cîhazên dibin. Zarok gava telefonê digirin destê xwe, mîna ku di bin anesteziya giştî de bin, bêhiş û bêfikir dimînin. Çavên wan rûbirûyî gelek agahiyên bêkêr û zêde dibin."

"Zemînê ji bo pirsgirêkên psîkolojîk jî amade dike"

Di dawiyê de Güzel bang li malbatan kir: "Eşkere ye ku ev rewş dê di pêşerojê de bibe sedema pirsgirêkên psîkolojîk. Her çend di dema dibistanê de dûrketina ji telefonê bi temamî ne mimkun be jî, divê sînorekî diyar hebe. Pir girîng e ku dê û bav bi xwe van sînoran diyar bikin, pêşî ew bi xwe pabendî van qaîdeyan bin û piştre zarokan hînî vê yekê bikin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.