Piştî barana zêde ji bo cotkaran hişyariyên jiyanî

Piştî barana zêde ji bo cotkaran hişyariyên jiyanî

Midûriyeta Çandiniyê û Daristanê ya Parêzgeha Batmanê, piştî baranên zêde li hemberî rîskên wekî kombûna avê, nexweşî û windakirina vîtamîn û mîneralan cotkar hişyar kirin.

Midûriyeta Çandiniyê û Daristanê ya Parêzgeha Batmanê, piştî baranên zêde li hemberî rîskên ku dibe li zeviyên çandiniyê çêbibin, hişyariyên girîng dan cotkaran. Di daxuyaniya hatî dayîn de hat vurtekirin, ji bo ku hilberîner nebin sedema windakirina berhemê û tenduristiya axê biparêzin, divê hinek tedbîran bêyî derengmayîn bixin meriyetê.

"Divê valakirina avê were peydakirin, ax nefesê bistîne"

Midûriyetê bal kişand ser girîngiya drenajê (pergala valakirina avê) da ku ava di zeviyan de kembûyî zirarê nede berheman. Hat diyarkirin ku ji bo pêşîlêgirtina golbûna avê, divê kanalên nû yên drenajê werin vekirin an jî kanalên heyî werin paqijkirin. Bi vî awayî dê ax bikaribe hewayê bistîne.

"Heta ax neyê tewê, divê neyê ajotin"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî barana zêde, divê axa ku bûye herî neyê ajotin. Hat xwestin ku cotkar li benda "tewa axê" bimînin ango dema ku ax ne pir şil e û ne jî ziwa ye û piştre ajotineke sivik bikin. Her wiha ji bo ku bandoreke neyînî li geşbûna rehên nebatan nebe, hat xwestin ku ji ajotina kûr dûr bikevin.

"Li dijî nexweşiyên mîkozkî (mantar) dermanê parastinê şert e"

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku şiliya (nem) zêde rîska nexweşiyên mîkozkî zêde dike û hat diyarkirin ku bi taybetî di baxçeyên fêkiyan de divê dermanê parastinê (ilaçlama) neyê paşguhkirin. Di vê çarçoveyê de ji hilberîneran re hat pêşniyarkirin ku bi sepanên wekî ava bordeaux (bordo bulamacı) tedbîrên xwe bigirin.

"Bi analîza axê divê windakirina xurekê were telafîkirin"

Hat destnîşankirin ku baranên zêde dikarin hêmanên xurekê yên di axê de bişon û bibin sedema windabûnê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê cotkar analîza axê bidin kirin, madeyên xurekê yên kêm tespît bikin û bernameyên xwe yên zibilkirinê li gorî vê yekê ji nû ve amade bikin.

Ji aliyê din ve, Midûriyetê bi bîr xist ku hilberînerên ku ji baranên zêde bandor bûne, ji bo ku bikaribin ji xebatên tespîtkirina zirarê sûd werbigirin, girîng e serî li midûriyetên çandiniyê yên parêzgeh û navçeyan bidin.

Rayedaran diyar kir ku bi van tedbîrên ku werin girtin, hem dikare pêşî li windakirina berheman were girtin hem jî domdariya hilberîna çandiniyê were parastin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.