Piştî barîna berfê li Şirnexê, bajar spî bûye
Piştî hişyariyên barana bihêz ên ku ji aliyê Meteorolojiyê ve ji bo tevahiya herêmê hatin dayîn, di nîvê meha Nîsanê de berf li navenda bajarê Şirnexê barî.
Li bajarekî ku di nîvê biharê de dîmenên dişibin zivistanê dijî, berfeke giran ji nişka ve di nîvro de bi lez rê û wesayîtên parkkirî bi betaniyek spî nixumand.
Li herêma ku germahiya hewayê ji normên demsalî kêmtir bûye, tê texmînkirin ku barîn li deverên bilind wekî berf û li navenda bajêr jî wekî şilî berdewam bike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.