Projeya yasaya petrolê di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê de tê derxistin

Projeya yasaya petrolê di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê de tê derxistin

Hat destnîşankir ku Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro karnameya hikûmeta xwe eşkere kir.

Li gorî beşek karnameya hikûmeta Sûdanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal dê di nava 6 mehan de, projeya yasaya petrol û gazê û bûdceyê li gorî destûra Iraqê amade bikin.

Di karnameyê de hatiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dê bi piştevaniya hêzên siyasî yên ku li ser vê ajandayê li hev kirine, li ser mijarên petrol û bûdceyê gotûbêj bikin, heta derxistina yasaya petrol û gazê li gorî destûrê di heya şeş mehan de bê derxistin.

Ji bo dariştina yasaya petrol û gazê di karnameya Sûdanî de hatiye, komîteyeke taybet ji bo karûbarên yasayî, darayî û sotemeniyê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ve tê pêkanîn.

Proja petrol û gazê dê di 6 mehan de di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Kurdistanê de tê derxistin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler