
Provokatorê ku digot “Yên ku şerîatê dixwazin, hûnê werin daleqandin” hat qefaltin
Hat tespîtkirin mirovê ku di mîtînga CHPê ya li Saraçhaneyê de gotibû “Yên ku şerîatê dixwazin, hûnê werin daleqandin” ji 18 salê biçûktir e.
Doh êvarê, mirovekî ku ji tirsana rûyê xwe veşartibû û beşdarî mîtînga CHPê bûbû, li wê derê jî ji Misilmanên ku ji ber heqareta ji Hezretî Pêxember xwedî li Hezretî Muhammed derdiketin re tehdîdên mirinê kir.
Mirovê ku tehdîdan kir, weha got, “Hûnê hemûyan werin daleqandin. Yên ku di bin navê Îslamîyetê de şerîatê dixwazin, hûnê hebo hebo werin daleqandin. Bila haya we ji we hebe. Hûnê li vê derê werin daleqandin.”
Midûrtîya Ewlehî ya Stenbolê piştî bûyerê daxuyanî da û got ku ew mirov hatîye qefaltin.
Di daxuyanîya ku ji teref ewlehîyê ve hat belavkirin de got ku mirovê ku tehdîdan kirîye Î.Y.U. ye û ji 18 salî jî biçûktir e. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.