
Qamyon bi tevî wesayîtekî ku lê qelibî ji pirê de ket: 3 mirî, 22 birîndar
Li Rihayê qamyonek li 2 wesayîtan xist û bi tevî wesayîtekî ku bi xwe re kaş dikir ji pirê ket xwarê, di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li rêbeja Bêrecûk-Entabê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin qamyona ku navê şofêrê wî nehat hînbûn, li ser pira Bêrecûkê li 3 wesayîtan xist û dûre wesayîtekî da ber xwe û bi xwe re kaş kir, bi tevî wê wesayîtê li ser pirê ket ser Ceddeya 10ê Tîrmehê.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.
Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 22 kes jî birîndar bûn.
Walîtîya Rihayê, derheqê qezayê de daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de weha got, “Ji qezaya ku em pê gelek xemgîn bûn re ji teref ekîbên me yên trafîk, tenduristî û îtfaîyeyê ve bi lez û bez midexele hatîye kirin. Ji welatîyên xwe yên ku di vê qezaya jandar de canê xwe ji dest dane re ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji xizmên wan re sersaxîyê û ji bo birîndarên me jî şîfa xêrê dixwazim.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.