Qamyona ku li Çinarê qeza kir şewitî û şofêr jî tê de mir

Qamyona ku li Çinarê qeza kir şewitî û şofêr jî tê de mir

Li navçeya me ya Çinarê di qezayê de şofêrê qamyonê jiyana xwe ji dest da.

Qeza li gundê Omera, ku bi qasî 11 kîlometreyan dûrî navenda navçeya Çinarê ye, qewimî.

Li gorî agahiyan, qamyona ku ji hêla Abdulkadir Yener ve dihat ajotin, ajokarê wê qontrola xwe winda kir û qeza kir.

Piştî qezayê, kamyon agir pê ket. Tîmên agirkujiyê agir vemirandin û hat diyarkirin ku ajokarê qamyonê Abdulkadir Yener ji ber şewatê miriye.

Cenazeyê Yener ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Dîyarbekirê û lêpirsîna li ser qezayê dest pê kir.

img-20250913-wa0014.jpg

img-20250913-wa0013.jpg

img-20250913-wa0015.jpg

img-20250913-wa0009-001.jpg

Abdulkadir Yener

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.