Qatilên Xezzeyê li Fasê tetbîqetê dikin

Qatilên Xezzeyê li Fasê tetbîqetê dikin

Beşdarbûna Tûgayên Golanî ya rejîma sîyonîst, ku li Xezzeyê qirkirinê pêk anî, di tetbîqatên li Fasê de ji teref komên berxwedanê yên Filistînî ve wekî "îflasa exlaqî" hat wesifandin.

Hat ragihandin ku leşkerên "Tûgaya Golanî" ya artêşa îşxalekr a sîyonîst ku bi qetlîamên xwe yên li Xezzeyê tê nasîn, beşdarî tetbîqata leşkerî ya pirneteweyî ya bi navê "Şêrê Efrîqayê" dibin ku niha li Fasê berdewam dike.

Tetbîqata ku ji teref zêdetirî 20 welatan ve, di nav de hinek welatên Erebî jî, bi hevbeşî tê lidarxistin, di nav pêvajoyeke qirkirinê de pêk tê ku tê de gelê Filistînê bi awayekî sîstematîk tê hedefgirtin.

Mêvandariya leşkerên sîyonîst li ser axa Fasê ji teref komên berxwedanê ve bi tundî hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de, Tûgaya Golanî wekî "Naziyan" hate binavkirin û ev pêşketin wekî "hilweşîneke exlaqî û mirovî" hate binavkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di demekê de ku li Xezzeyê xwîn diherike, tetbîqatên bi vî rengî nîşaneya rasterast a piştgirî û teşwîqê ne ji bo artêşa îşaxlker." Her çiqas helwesta gelê Fasê ya li dijî normalîzekirinê hat pesinandin jî, li dijî vê pêvajoyê banga xwepêşandanên vekirî hat kirin.

Tê zanîn ku Tûgaya Golanî di sala 2022an de tenê wekî çavdêr beşdarî vê tetbîqatê bûye û di sala 2023an de jî bi artêşên Fas û Emrîkyê re tetbîqatên rasterast ên meydanî pêk anîye. Hate destnîşankirin ku îsal beşdarbûn berfirehtir bû û artêşa îşxalker bi awayekî çalak beşdarî tetbîqetê bûye.

Ji aliyê din ve, têkiliya veşartî ya di navbera Fas û rejîma sîyonîst de vedigere salên 1950an. Lêbelê, pêngava fermî ya normalîzekirinê di sala 2020an de bi navbeynkariya Serokê wê demê yê Emrîkayê Donald Trump ji raya giştî re hate ragihandin. Ev pêvajoya normalîzekirinê di nav gelê Ereb de, bi taybetî ji ber polîtîkayên qirkirin û paqijkirina etnîkî yên li Xezzeyê, hêrseke mezin çêdike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.