
Qefîleya ewil a hecê li Stenbolê bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin
Hacîyên ku piştî temamkirina heca xwe ji axên pîroz vegeriyan, li Balafirgeha Stenbolê ji teref malbatên xwe ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.
Qafîleya ewil a hecîyên ku demek kurt beriya Cejna Qurbanê çûn axên pîroz û li vir îbadetên xwe yên hecê kirin, îro gihîştin Stenbolê.
Balafira ku ji Cîddeya Erebistana Siûdî rabû, nîvro li Balafirgeha Stenbolê daket. Piştî prosedurên fermî, hecîyan eşyayên xwe wergirtin û ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe yên ku li benda wan bûn ve bi hezkirin û hesretê hatin pêşwazîkirin.
Dema ku malbat û hecî bi gul di destên xwe de bi xizmên xwe yên li bendê bûn re civiyan demên hestiyar hebûn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.