Qelebalixîya bi heybet a li Dîyarbekirê di salvegera Tofana Eqsayê de ji teref dronê ve hat kişandin
Meşek li Dîyarbekirê, ku ji teref Rêxistinên Civakî yên Îslamî ve dihate tertîpkirin, di salvegera Operasyona Tûfana Eqsayê de bi beşdariyeke mezin hate lidarxistin. Dîmenên dronê meşê qeyd kirin, ku bi deh hezaran kes tevlî bûn.
Bi deh hezaran niştecihên Dîyarbekirê li Çarrêya Cîhanê ya navçeya navendî ya Kayapinarê kom bûn û bi al û pankartên Filistînî û bi qîrîna dirûşma "Allahu Ekber" ber bi Parka Roboskî ve meşîyan.
Bi hezaran kes, jin û mêr, ciwan û kal, beşdarî meşê bûn û meydanê tijî kirin. Di tevahiya meşê de gelek caran dirûşmeyên wekî "Qehr be îsraîl" û "Silav ji bo berxwedanê, serkeftin a Îslamê ye" hatin gotin.
Bername ji hewayê ve bi dronê jî hat kişandin. Dîmenên dronê bala girseya bi heybet a ku meydanên Dîyarbekirê tijî dikirin kişand.
Ev ew wêneyên ecêb in ji asîmanên Dîyarbekirê… (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.