Qessam li bakur kemînek danî: 5 leşkerên sîyonîst mirin, 14 leşker birîndar bûn

Qessam li bakur kemînek danî: 5 leşkerên sîyonîst mirin, 14 leşker birîndar bûn

Artêşa îşxalê, bi rêyên fermî qebûl kir ku 5 leşkerên wan mirine û 14 leşkerên wan jî birîndar bûne, ev leşkeran jî ji Tabûra Netsah Yehudaya ku girêdayê Tûgaya Kfirê ne, û li Beyt Xanûnê di encama teqemenîyekî de ketine vê halê.

Tûgayên Îzzeddîn El Qessam, li herêm Xan Yûnisa bakurê Xezzeyê li dijî artêşa îşxalê ji operasyonekî mînak re îmzeyek avêt. Di operasyona ku ji teref hêzên berxwedanê ve wek kemînekî tevlîhev hat lidarxistin de, 5 leşkerên sîyonîst mirin, herî kêm 14 leşker jî birîndar bûn. Artêşa îşxalê mirin û birîndarbûna leşkerên xwe rast kir û piştî bûyerê jî li sehayê kaosek çêbû.

Hat îfadekirin ku operasyon bi teqandina teqemenîya ku bi destan hatîye çêkirin û dema ku wesayîteke bizirx a sîyonîstan derbas bûye pêk hatîye dest pê kir. Bi tevî teqînê leşkerên sîyonîst derbeyên giran girtin, robotekî ku ji herêmê re cebilxaneyan bar dikir jî bi fuzeya dijî tankê hat hedefgirtin.

Îşxalkeran, yekîneyên ku yên ji bo xelaskirinê şandibû herêmê jî hesab nekir. Şervanên Qessam teqemenîyên duyemîn û sêyemîn jî li ser vê yekîneyê teqand. Piştî teqemenîya çaremîn vê carê li herêmê pevçûneke dijwar dest pê kir. Hemû zîncîrên ewlehîyê ku bi teknolojîyên dawîn hatine çêkirin, hilweşîyan.

Li gorî çapemenîya îşxalê, ûnsûrên hewayê di barkirina birîndaran de gelek zehmetîyan kişandine, hinek wesayît bi temamî şewitîn û leşkerekî jî winda bûye. Yekîneya ku hedefê kemînê bû, ji yekîneya endezyar a “Yahalom” û tabûra “Netsah Yehuda”yên ku xanîyên Filistînîyan xera dikin bûn.

Berdevkê berxwedanê Ebû Ubeyde jî derheqê operasyonê da daxuyanîyek da û weha got:

“Êdî tabûtên artêşa sîyonîstan ne îstîsna ye, normalekî nû ye. Heta ku berxwedana me berdewam bike ew ê îtîbara wan jî bikeve binê erdê. Xezze wê ji îşxalê re serê xwe netewîne, qessam li her gavî de li bêvîya wan e.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.