
Qessam: Li Xan Yûnisê 4 wesayîtên zirxî hatin îmhekirin
Tûgayên Qessam ên baskê leşkerî yê Hamasê ragihand ku wan bi mûşekên dijî-tank ên "Yasin 105" li çar wesayîtên zirxî yên avahîsaziyê yên aîdî artêşa îşxalker xistine û di wesayîtan de agir derketiye.
Di daxuyaniya Qessam de hat gotin ku di operasyona li bajarokê Ebsan el-Kebira, rojhilatê Xan Yûnisê de leşkerên mirî û birîndar hatine dîtin û helîkopter ji bo veguhestina birîndaran li herêmê daketine.
Qessam her wiha ragihand ku wan doh li heman herêmê tankek Merkava û wesayîtek zirxî ya kar a celebê D9 bi teqemeniyên tesîra zêde hedef girtine.
Qessam her wiha ragihand ku wan di saetên êvarê de bi hawanên navîn êrîşek li ser leşker û wesayîtên îşxalker ên li herêma Setr a li bakur-rojavayê Xan Yûnisê pêk anîne. Bi heman awayî, baskê çekdarî yê Cîhada Îslamî, Seraya el-Quds, ku bi Qessam re tevdigere, ragihand ku wan bi hawanên giran êrîşî komên îşxalker ên li dora Mizgefta Helîme ya li başûr kirine.
Berxwedana Filistînê tevî êrîşên qirkirinê yên rejîma sîyonîst ku ji 20 mehan zêdetir e berdewam dikin, li Xezzeyê berxwedana xwe ya çekdarî didomîne. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.