Qezayek trajîk li Rihayê: 3 mirî, 5 birîndar
Li navçeya Birecikê di qezayekê ku wesayîtek sîvîl û wesayîteke bazirganî ya sivik li hev ketin de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li ser Rêbeja TAG a li taxa Yukariyenîçag a li ser rêya Riha-Entabê qewimî.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 06 ECL 239 û wesayîteke bazirganî ya sivik a bi plaqeya 34 DTB 325 li hev qelibîn; navê şofêrên her du wesayîtan jî hêj nayên zanîn.
Di qezayê de, E.D., M.K. û jineke ku navê wê nehat zanîn canê xwe ji dest dan.
Piştî xeberdayînê ji cîhê qezayê re rekîbên tenduristiyê, îtfaîye û cendirmeyan hatin şandin.
Ekîbên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û alîkariya birîndaran kirin.
Pênc kesên ku di qezayê de birîndar bûn, piştî dermankirina ewil ji aliyê pisporên tenduristiyê ve, ji nexweşxaneyên cuda yên bajêr re hatin rakirin.
Derbarê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.