Qîzika ciwan ji ber sermayê li ser sînora Belarus-Polonyayê canê xwe ji dest da

Qîzika ciwan ji ber sermayê li ser sînora Belarus-Polonyayê canê xwe ji dest da

Qîzika ciwan yê ku dixwest di rêyên qaçax derbasê sînora Ewrupayê bibe, li ser sînora Belarus-Polonyayê qufilî, bavê qîzikê jî li ser ceseda wê stêrkan rijand û ev rewş cardin rewşa miltecîyan nîşanê me da.

Qîzika bi navê Ranya Ahmed El-Nesar ya 26 salî ku bi tevî bavê xwe dixwest ku derbasê Ewrupayê bibe qfilî û canê xwe ji dest da.

Li ser sînorê navbera Polanda û Belarusyayê, bavekî Sûrî li kêleka ceseda qîza xwe rûniştiye û bi ser de digirî.

Bavekî Sûrî li kêleka ceseda qîza xwe rûniştiye û bi kelegirî bi ser de digirî. Dîmenên derheqê bûyerê de di roja 30ê Kanûna 2022an de li ser medyayên civakî hatine belavkirin.

Bav û qîza xwe xwestine ku herin Ewropayê, lê di rê de qîza wî dimire, ew jî bi neçarî li kêleka ceseda wê rûdine û bi ser de digirî û dibêje, “Weleh ez ji bo te hatim, te jî min tenê hêşt û çûyî.”

Qîz û bavê xwe ji Sûrî koçê Urdunê bûbûn, ji wir jî derbasê Belarusyayê bûne û ji wê derê jî bi qaçaxî berê xwe dabûn Polandayê.

Hatiye îdiakirin ku polîsên Polandayê li ser sînor alîkariya wan koçberên Sûrî yên perîşan nekirine û ew siwarî erebeyê nekirine û nebirine nexweşxaneyê, di encama bûyerê de qîzik ji serma û seqemê canê xwe ji dest daye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.