Qurbanîyên ku di febrîqeyê de canê xwe ji dest dabûn hatin definkirin

Qurbanîyên ku di febrîqeyê de canê xwe ji dest dabûn hatin definkirin

Cenazeyê 6 kesên ku di şewata febrîqeya li navçeya Dîlovasi ya Qocaelîyê pêk hatibû de bûn hatin definkirin.

Hat îfadekirin ku cenazeyên Tugba Taşdemîr, Nîsanur Taşdemîr û Cansu Esetoglu ku di şewatê de mirin, ji morgê hatin girtin û ji Goristana Kayapinara li Taxa Kayapinarê re hatin anîtin. Piştî nimêja nîvroyê ew hatin definkirin.

Cenazeya Şengul Yilmaz jî ji teref malbata wê ve ji Camîya Gul a li Taxa Cumhurîyetê ye re hatin anîtin. Piştî nimêjê ew jî li Goristana Kayapinarê hat definkirin.

Piştî merasîma cenazeyê Wezîrê Ewlehîya Civakî û Xebatê Vedat Işikhan, sersaxîyê pêşkêşî malbatan kir.

Cenazeya Hanim Gulek li Taxa Mîmar Sînan, ya Esma Gîkan jî ji Camîya Vahdetê hatin birêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.